DEM Partiyê bang li hikûmetê kir: Ji bo aştiyê gavên yasayî û siyasî biavêjin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî civîna xwe ya Encûmena Partiyê, encamnameyek belav kir û helwesta xwe ya derbarê Prosesa Aştî û Civaka Demokratîk de aşkera kir. DEM Partiyê ragihand, ew ji bo avakirina aştiyeke mayînde û wekheviyê amade ne hemû berpirsiyariyan bigirin ser milên xwe û banga avêtina gavên siyasî û yasayî yên pêwîst kir.
Di daxuyaniyê de, pêngava vekişandina hêzên PKKê ya di 26ê Cotmeha 2025an de weke "werçerxaneke dîrokî" ji bo pêşeroja demokrasiyê û aştiya civakî hate binavkirin. DEM Partiyê tekez kir, ji bo serkeftina vê qonaxê, divê gavên pêwîst ên yasayî û siyasî demildest bên avêtin.
Daxuyaniyê wiha domand: "Îradeya gelên me ji bo bidawîkirina êş, windahî û wêrankariyên bi salan, eşkere ye. Ji bo ku siyaset li şûna tundiyê û çareseriya demokratîk li şûna şer derkeve pêş, divê ev pêngav bi dilsozî were piştgirîkirin. Ji ber ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan pêk tê, belkû bi naskirina mafên demokratîk û welatîbûna wekhev mayînde dibe."
DEM Partiyê diyar kir, Hevserokên wan di 27ê Cotmehê de nêrînên partiyê derbarê prosesa giştî û pêngava dawî ya vekişîna hêzên çekdar de ragihandine û wiha got: "Ji bo ku Prosesa Aştî û Civaka Demokratîk têk neçe û aştî û wekhevî li ser vê axê bi cih bibe, em weke duh, îro jî di biryara xwe de bi israr in ku hemû berpirsiyariyan bigirin ser milên xwe. Pêşeroja vî welatî dê ne di bin sîbera çekan de, belkû bi îradeya hevbeş a gelan were diyarkirin."
