Qamişlo: Ji ber teqîna butileke gazê şewatek derket, 4 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqîna butileke gazê li xwaringeheke li bajarê Qamişlo şewatek derket û di encamê de 4 kes bi şewatên sivik birîndar bûn.

Li gorî medyayê Rêveberiya Xweser, şewat di metbexa xwaringehê de derketiye û kesên birîndar ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Tîmên agirkujiyê û hawarçûnê yên girêdayî Şaredariya Gel, di demek kurt de destêwerdana şewatê kirin, ew xistin bin kontrolê û rê li ber belavbûna wê ya ji bo dikanên cîran girtin.

 
Fly Erbil Advertisment