Komên çekdar welatiyekî Efrînê hovane eşkence kirin: Hevjîna wî jî banga alîkariyê dike
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyê Kurd ê ji Efrînê Mihemed Elî Sîcam, piştî 41 rojan ji girtin û eşkenceya di zindanên komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li Ezazê, di rewşeke tenduristî ya pir xirab de hat berdan. Ji ber eşkenceya hovane, Sîcam bîra xwe bi temamî winda kiriye û di rewşeke têkçûna cesteyî û derûnî de ye. Hevjîna wî bi rêya girtevîdyoyekê, bi girî û hêsran behsa hovîtiya ku li mêrê wê hatiye kirin dike û banga alîkariyê ji bo dermankirina wî dike.
Li gorî agahiyan, Mihemed Elî Sîcam (40 salî), ku ji navçeya Şiyê a Efrînê ye û piştî dagirkirina Efrînê di Adara 2018an de, li Til Rifetê bi cih bûbû. Mihemed Elî di 2ê Çileya 2024an de, saet 2:30 piştî nîvê şevê, ji aliyê Hêzên Hevbeş ên ji komên "Hemzat" û "Emşat" pêk dihatin ve hate revandin.
Mihemed Elî Sîcam bi "tometeke çêkirî" ya têkiliya bi Hêzên Rizgariya Efrînê re hatibû girtin, tevî ku rewşa wî ya tenduristî û derûnî beriya girtinê jî ne baş bû. Ew ji Til Rifetê birin bajêrê Ezazê û li wir 41 rojan di bin eşkenceyeke giran de ma.
Eşkenceya Hovane: Ji Kişandina Diran heta Şewitandina bi Agir
Hevjîna Mihemed Elî Sîcam di girtevîdyoyekê de bi hûrgilî behsa cureyên eşkenceya bi serê Mihemed Elî de hatiye kirin dike û dibêje: "Eşkenceya bi elektrîkê, lêdanên giran, bi ser de rijandina ava sar di zivistanê de û danîna li ser çar lingan weke heywanan, tenê beşek ji wan kiryaran bûn."
Diyar kir jî, di dema eşkenceyê de, "diranên wî bi kelpetana hesinî hatine kişandin, hin tiliyên pêyên wî bi birekê hatine jêkirin û lingên wî bi agir hatine şewitandin."
Piştî ku di 13ê Çileya 2025an de hate berdan, Sîcam ji ber birînên giran ên li seranserê laşê wî, yekser rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Helebê.
Hevjîna Wî bi Girî Bang Dike
Hevjîna Mihemed Elî Sîcam di axaftina xwe de bi hêsran rewşa mêrê xwe tîne ziman: "Ew qeybûyî ye, bîra wî nemaye. Ew êdî min û zarokên xwe nas nake. Tenê li dîwaran dinêre. Ez ji hemû aliyan rica dikim, ji bo xatirê Xwedê rehmê bikin. Alîkariya me bikin da ku em karibin wî derman bikin. Bila dawî li van kiryaran were."
Ew bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dike ku di rewşa mêrê wê de alîkariyê bikin û zextê bikin da ku dawî li van kiryarên girtin, revandin û eşkenceyê yên li zindanên komên çekdar were anîn, da ku êdî malbatên din bi heman karesatê re rû bi rû nemînin.
