Dijeterora Kurdistanê nûçeyekê red dike
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew nûçe û dengoyên ku îro li ser hin dezgehên medyayê û torên civakî derbarê êrîşeke li ser navçeya Pîrmamê de hatibûn belavkirin, red kirin û ragihand ku ew dengên hatine bihîstin, ji ber rahênaneke leşkerî bûne.
Dijeterora Kurdistanê îro 31ê Cotmehê di daxuyaniyekê aşkere kir ku ew nûçeyên hatine belavkirin ti bingeheke wan a rastiyê nîne.
Ev jî deqa daxuyaniyê ye:
"Îro Înê, 31ê Cotmeha 2025an, nûçeyeke nerast li ser hin kanalên ragihandinê û platformên medyaya civakî belav bûye, ku tê de hatibû îdiakirin ku bi rêya dronan êrîş li ser navçeya Pîrmamê hatiye kirin û dengê teqeyê hatiye bihîstin.
Em hemû aliyan piştrast dikin ku ev dengo ti rastiyeke wê nîne û ti bûyereke bi vî rengî jî çênebûye. Ew dengên teqînê yên ku hatine bihîstin, ji ber rahênan û perwerdeya leşkerî bûne û ti cihê metirsiyê nînin."
