Welatiyekî Amerîkî: Kurdistan aramtirîn herêma Rojhilata Navîn e
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Matthew, welatiyekî Amerîkî ye ku ev 11 sal in li Herêma Kurdistanê dijî û bi başî fêrî zimanê Kurdî bûye. Ew Kurdistanê weke "aramtirîn devera Rojhilata Navîn" binav dike û hezkirina xwe ya taybet ji bo bajarê Helebceyê tîne ziman.
Matthew, ku ji bo cara çaremîn serdana Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê kiribû ji K24 re axivî û behsa hezkirina xwe ya ji bo hinarên Kurdistanê kir û got: "Hinarên Kurdistanê cuda ne, bi taybetî hinarên Helebceyê pir xweş û bi tam in. Em ne tenê ji bo festîvalê, lê ji bo malê jî dikirin û dixwin. Ji bilî tama wê ya xweş, ji bo tenduristiyê jî gelekî bi fêde ye."
Welatiyê Amerîkî herwiha amaje bi girîngiya festîvalê kir û diyar kir ku ew sal bi sal mezintir û berfirehtir dibe. Li gorî wî, ev yek "ji bo aborî û bazirganiya Helebceyê karekî baş e."
Matthew kêfxweşiya xwe anî ziman ku babetên çandî di festîvalê de tên nîşandan û got: "Bi vê yekê çanda Kurdî geş dibe û cihê xwe di nav Iraqê de xurttir dike."
Derbarê fêrbûna zimanê Kurdî de, Matthew diyar kir ku wî ji bo xwe mamosteyek girtiye û di heman demê de bi tevliheviya nav xelkê re zimanê xwe bipêş xistiye. Herwiha got: "Ez rêveberê rêxistineke karûbarên îdarî me û pêwendiya me bi Zanîngeha Silêmaniyê re heye."
Di dawiya axaftina xwe de, Matthew hestên xwe yên derbarê Kurdistanê de wiha anî ziman: "Kurdistan nayab e. Ti cihek li Rojhilata Navîn nîne ku wek Kurdistanê rewşa ewlehiyê ewqas aram û cîgir be. Biyanî li vir hest bi aramiyê dikin û hezkirineke min a taybet ji bo Helebceyê heye."
