Mesrûr Barzanî: Em ber bi pêşkeftinê ve pêngavan diavêjin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) di nav ahenga bangeşeyê ya lîsta 275ê ya PDKê de li Şeqlawayê got: “Silavên Serok Barzanî li we bin û ez kêfxweş im ku îro di xizmeta we de me. Ez ji we dixwazim ku em hemî pêkve bi germî bixêrhatina berbijarên PDKê bikin.”
Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da: “Ji ber piştgirî û hevkariya we û xizmet û xebata kesûkarên we ye ku, PDK herdem bi ser dikeve û vê carê jî bi piştgiriya we dê ber bi serkeftineka mezintir ve biçe.”
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Divê em hemî pêkve tevlî vê gera hilbijartinan bibin ji ber ku em hemî pêkve li ser durêyanekê rawestiyane. An divê em bihêlin ku têkdan berdewam be, mafên me bên binpêkirin û hin mirovên şovenîst Iraqê ber bi navendîbûn û dîktatoriyê ve bibe an jî divê em bi tevlîbûna çeleng a endamên PDKê di Encûmena Nûnerên Iraqê de berevaniyê ji mafên destûrî yên xelkî bikin û êdî ew maf neyên binpêkirina.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir: "Gelî xûşk û birayên, bersiva we bersiva PDKê ye, ew bersiv e ku PDKê herdem ji bo wê têkoşîn kiriye, em ber bi ronahiyê ve diçin, ber bi pêşkeftinê ve pêngavan diavêjin û ber bi serkeftinê ve diçin."
Mesrûr Barzanî tekîd jî kir: "Hhindî ku PDKê hûn hebin, her serkeftî û pêşkeftî ye û em bi we serbilind in. Hûn ên têkoşer herdem li beranberî dijminan rawestiyane, we nehiştiye ku planên tu dijminekî li beranberî Kurdistanê bi ser bikevin. PDK xwediya we ye.”
Cîgirê Serokê PDK herwesa ragihand: “Divê em vê carê li Bexdayê karekê cidî bikin, da ku xelkê din li şûna me biryaran nede. Pêştir hemî aliyan xwe ceribandibû û pirsyar ew e ku, kîjan alî ji bilî nûnerên PDKê berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê kiriye, yanî divê PDK li Bexdayê hebe û bihêz be da ku Kurdistan bihêz be."
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Divê berbijar bi ser bikevin, da ku li Bexdayê berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê û hemî pêkhateyan bikin, berevaniyê ji demokrasî û azadiyê bikin, mîna aliyên din peymanên veşartî nekin, bibin dengê rastîn ê her kitekesekê vî welatî, çavê hemî parên din ên Iraqê li wê yekê ye ku PDKê berevaniyê ji mafên wan bike.”
