Navenda Ronahiyê yê Iraqî: Bê Kurdan hikûmet li Bexdayê çê nabe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Navenda Ronahîyê ya Iraqî Dr. Ebdilcebar Ehmed di hevpeyvîneka televîzyonî de ragihand: “Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, ku girêdayî rewşa navxweyî û xwezaya têkiliyên wê bi hikûmeta federal re ye.” Herwesa got: "Ev têkilî du aliyên sereke vedigire.”
Ebdilcebar Ehmed tekez jî kir: “Ji piştî sala 2003ê tu hikûmetek li Bexdayê bê tevlîbûna çalak a hevparên Kurd nehatiye pêkanîn, ku pêştir di bin navê Hevpeymaniya Kurdistanê de kom bûbûn.” Herwesa got: "Hikûmet bê pêkhateya Kurdan li Bexdayê nayê avakirin."
Navbirî amaje jî da: “Pêşbirka hilbijartinan a Kurdan li ser asta federal ne ji bo bidestxistina postê Serokê Wezîran e, her çend tu astengiyeka destûrî tune jî, lê pêşbirka sereke li ser du astan e. Ya yekê bidestxistin kursiyên wezîran û postên serkirdetiya di hikûmeta federal de ye û ya duyê jî bandora wan pişkan li ser belavkirina desthilata bicihanînê û danana qanûnan di nav Herêma Kurdistanê bi xwe de ye.”
Serokê Navenda Ronahîyê ya Iraqî herwesa bal kişand ser rola dîrokî ya Kurdan wekî "hêka terazûyê" di hevkêşeyên siyasî yên Iraqê de.
Ebdilcebbar Ehmed ron jî kir ku, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de rehendekê herêmî û navneteweyî heye. Herwesa got: "Dema ku hilbijartin diqedin û danûstandin dest pê bikin, zext û faktorên navneteweyî peyda dibin."
Navbirî şirove jî kir: “Ji bo nimûne, her çend postê Serokê Komarê ji bo Kurdan hatiye yekalîkirin, vêca çi ji YNKê çi jî ji PDKê be, lê birêvebiriyên rojavayî herdem israr dikin ku hikûmeteka tevgir bê pêkanîn, ku nûnerîtiya hemiyan bike, herwesa xurtbûna têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de jî tekez dike. Ev jî yek ji wa taybetmendiyan e yên ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji yên din cuda dike.”
