Erdogan: Dema pêvajo biser bikeve, Diyarbekir dê wek Stenbolê sûdê werbigire
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna kabîneya hikûmetê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, ew bi biryar in "terorê" bi temamî ji holê rakin û da zanîn ku ew ê teqez bigihîjin vê armancê.
Erdogan bi îşaretkirina bajarên Bakurê Kurdistanê, anî ziman ku herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, tevî bedewiya xwe ya xwezayî û dîrokî, ji ber "terorê" nekarîne di warê geştiyariyê de bigihîjin cihê ku heq dikin.
Erdogan got, "Bi dawîhatina gefa terorê re, dê ev herêm bikevin nav pêvajoyeke geşepêdanê ya pir cuda û di warê geştiyariyê de dê pêş bikevin."
Serokomarê Tirkiyeyê soza wekheviyê di geşepêdanê de da û got: "Dema ev pêvajo bi serkeftî bidawî bibe, Diyarbekir dê bi qasî Stenbolê, Wan bi qasî Antalyayê û Bedlîs jî bi qasî Bursayê sûdê werbigire."
Erdogan bal kişand ser 40 salên borî û axaftina xwe wiha domand: "Me di çil salên borî de êşên mezin kişandin û berdêlên giran dan. Kes ji teror, tundî, çek û cudaxwaziyê sûdê nabîne. Em ê bi hev re ber bi paşerojeke geş ve pêngavan biavêjin, warên xwe yên hevpar pêş bixin û nêzîktirî hev bibin."
