Li Kirmaşanê çandiniya ze'feranê geş dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, werzê çinîna ze'feranê dest pê kir. Çandiniya li herêmê di salên dawî de gelek pêş ketiye û tê payîn ku îsal berhem bigihîje nêzîkî 5 tonan.
Çend roj in li zeviyên parêzgeha Kirmaşanê dest bi çinîna kulîlkên ze'feranê hatiye kirin. Ev çend sal in ku cotkarên Kirmaşanê berê xwe dane çandinî û berhemanîna ze'feranê û di demeke kurt de di vî warî de li ser asta Rojhilatê Kurdistanê gihîştine pileya yekem.
Ji bilî bajarê Kirmaşanê, li bajarokên wekî Dalaho, Sonqor, Sahne, Hersîn, Kengawer û Gîlanê jî ze'feran tê çandin. Hat ragihandin ku piraniya cotkarên ku berê xwe dane vê çandiniyê, ji pêkhateya Yarsan in.
Li gorî amarên fermî, di 12 salên borî de rûbera erdê ku ji bo çandina ze'feranê tê bikaranîn, bi awayekî berçav zêde bûye û ji 50 hektaran derketiye 810 hektaran. Nêzîkî 365 hektar ji vê rûberê li sinorê bajarê Kirmaşanê ye. Tê payîn ku berhema îsal a ze'feranê li parêzgeha Kirmaşanê bigihîje nêzîkî 5 tonan.
Cotkarekî herêmê yê bi navê Hesen Fethehî ku ev 12 sal in vî karî dike, dibêje: "Keşûhewaya vê herêmê ji bo çandiniya ze'feranê pir baş e. Li gorî genim, nok û berhemên din, dahata wê baştir e û ji ber vê yekê me berê xwe da ze'feranê."
Cotkarekî din ê bi navê Seîd Pîrî jî diyar dike ku dahateke baş ji vê çandiniyê tê bidestxistin û xelkê herêmê ji ber kêmbûna avê, her ku diçe zêdetir berê xwe didin çandiniya ze'feranê.
Kalîteya ze'ferana ku li Kirmaşanê tê berhemanîn di asta baştirîn ze'feranên cîhanê de ye. Pispor diyar dikin ku parêzgeha Kirmaşanê bi hebûna 310 hezar hektar erdê çandiniyê, xwedî derfeteke mezin e ku bibe yek ji navendên sereke yên berhemanîna ze'feranê li cîhanê.
Eger binesaziya pîşesaziyê ya pêwîst ji bo vê berhemê bê dabînkirin û di warê hinardekirinê de asanî bên kirin, ev sektor dikare ji bo cotkarên herêmê bibe çavkaniyeke sereke û girîng a dahatê û derfetên nû yên karî peyda bike.
