Kernevala mezin a PDKê li Dihokê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya herdu Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an a PDKê, kernevaleke mezin a cemawerî li Yarîgeha Werzîşê ya Dihokê tê lidarxistin.
Di vê kernevalê de, ku wek mezintirîn komcivîna hilbijartinê li devera Badînanê tê dîtin, tê payîn ku herdu cîgirên serokê PDKê gotarên girîng pêşkêşî amadebûyan bikin.
Ev kerneval di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê de ye, ku biryar e di 11ê Mijdarê de bê lidarxistin. Partiya Demokrat a Kurdistanê bi lîsteya hejmar 275 beşdarî van hilbijartinan dibe û li hemû bazneyên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê kandîdên wê hene.
Parêzgeha Dihokê wek yek ji kelehên serekî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê tê dîtin û tê çaverêkirin ku hejmareke gelek mezin ji alîgirên PDKê beşdarî vê kernevalê bibin.
Berpirsên PDKê li Dihokê pêşbînî dikin ku zêdetirî 50 hezar kes dê amadeyî vê ahengê bibin.
Amadekariyên ji bo vê kernevalê ev çend roj in dest pê kirine û hemû tedbîrên ewlekarî û lojîstîkî hatine girtin.
