Li Kerkûkê zêdetir ji 600 mamosteyên xwebexş hatin xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmekê de ku ji bo piştgiriya xwendina Kurdî li Kerkûkê hatibû lidarxistin, zêdetirî 600 mamosteyên xwebexş hatin xelatkirin. Di merasîmê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya perwerdeya Kurdî li bajêr û hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên ji bo piştgiriya vî sektorî hat kirin.

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Kamran Elî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, piştgiriya domdar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2003an ve bûye sedema bingehîn a serkeftina perwerdeya Kurdî li bajêr. Hewiha got: "Eger piştgiriya Hikûmeta Herêmê nebûya, xwendina Kurdî nedikarî bi vî rengî li ser piyan bimîne."

Kamran Elî destnîşan kir, hejmara dibistanên Kurdî ji yek dibistanê gihîştiye 558 dibistanan û niha zêdetirî 100 hezar xwendekar lê dixwînin. 

Herwiha diyar kir jî, Hikûmeta Herêmê di her warî de alîkarî pêşkêş kiriye, di nav de peydakirina pêdiviyan, mûçe û budceyê. Tenê îsal, zêdetirî 1100 mamoste bi girêbest hatine damezrandin û nêzîkî milyonek pirtûk hatine dabînkirin.

Rêveberê Xwendina Kurdî herwiha biryara Serokê Hikûmetê ya derbarê dabînkirina zeviyan ji bo 5,841 mamoste û karmendên perwerdeya Kurdî re weke "pêngaveke dîrokî" bi nav kir.

"PDK Her Dem Piştgirê Perwerdeya Kurdî Bûye"

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Navçeya Mamosteyan a PDKê li Kerkûkê, Reşad Feqê Elî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo piştgiriyên wî yên domdar û ragihand: "Îro me diyariyeke taybet a birêz Serokwezîr gihand zêdetirî 600 mamosteyên xwebexş."

Tekez kir jî ku PDKê her dem piştgirî daye xwendina Kurdî li Kerkûkê, xwe weke xwediyê vî bajarî dîtiye û xizmetkirina mamosteyan weke erkekî sereke zanîye, bi taybetî di sektora perwerdeyê de.

Ev rêzgirtin di demekê de tê ku xwendina Kurdî li Kerkûkê rûbirûyî gelek pirsgirêkan e, weke kêmbûna avahiyên dibistanan û derengketina mûçeyên mamosteyan. Tevî van astengiyan, hewlên ji bo parastin û pêşxistina xwendina Kurdî li vî bajarê pirneteweyî berdewam in.

 
Fly Erbil Advertisment