Siyamend Haco: Divê zext li Şamê were kirin ku bi Şanda Kurdî re rûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Berê Kurdistana Sûriyeyê Siyamend Haco ragihand, biryarên dawî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê nîşan didin ku ew li dijî hebûna gelê Kurd in. Herwiha tekez kir ku pêwîst e zexteke dîplomatîk were kirin da ku Şam neçar bibe bi şandeke hevbeş a Kurdî re rûnê.
Li Şamê duh 8ê Mijdarê sîmanarek ji aliyê Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Ismaîl ve hatibû lidarxistin. Piştî simînarê Serokê Berê Kurdistana Sûriyeyê Siyamend Haco ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, hatina siyasetmedarên Kurd û di nava wan de Serokê ENKSê bo Şamê derfeteke baş e, ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û got, "Divê em ji vê derfetê sûd werbigirin."
"Hikûmet Şanda Kurdî ya Hevbeş nas nake"
Serokê Berê Kurdistana Sûriyeyê bal kişand ser pêwîstiya zexta dîplomatîk û got: "Gelek girîng e ku zext li hikûmetê were kirin, da ku şanda Kurdî nas bike. Divê karê dîplomasî were xurtkirin da ku Şam ji bo rûniştinê amade bibe, lê mixabin ez heta niha nabînim ku ev yek çêbûye."
Haco rexne li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê girt û got: "Hikûmeta ku niha li Şamê desthilatdar e, xuya ye Şanda Kurdî nas nake. Biryarên ku di van demên dawî de hatine dayîn gelek xirab in û li dijî hebûna Kurdan li Sûriyeyê ne."
Siyamend Haco di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku her çend zemîneke baş ji bo xebatê hebe jî, divê tevgera siyasî ya Kurdî vê derfetê ji dest nede û bi awayekî yekgirtî ji bo bidestxistina mafên Kurdan li Sûriyeyê kar bike.
