Sîhad Barzanî: Bi dengdanê pêgeha Kurdan li Bexdayê xurt dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştgiriyê ya Yek, Sihad Barzanî, pesnê rêkûpêkiya proseya dengdana taybet da û ew weke pêngaveke girîng ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan bi nav kir. Herwiha bang li welatiyan kir jî, bi awayekî berfireh beşdarî dengdana giştî bibin.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştgiriyê ya Yekem, Sihad Barzanî îro 9ê Mijdarê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24, proseya dengdana taybet nirxand û tekez kir ku weke Hêza Pêşmerge, mafê wan e ku dengê xwe bidin û nêrîn û baweriyên xwe diyar bikin.
Sihad Barzanî amaje bi wê kir ku proseya vê carê ji hilbijartinên berê gelek çêtir e û got: "Di rabirdûyê de gelek pirsgirêk hebûn, bi taybetî di pirsa pençemorê (şopa tilîyê) de, ku bû sedema windabûna gelek dengan. Lê li gorî tiştê ku ez niha dibînim, prose gelek baştir e."
Herwiha hêviya xwe anî ziman ku vê carê ti dengek winda nebe, berevajî hilbijartinên berê ku li gorî texmîna wî, nêzîkî 100 heta 200 hezar deng li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên teknîkî jidest çûbûn.
Banga Beşdariya Berfireh di Dengdana Giştî de
Di beşeke din a axaftina xwe de, Sihad Barzanî daxwaz ji hemû welatiyên Kurdistanê kir ku bi awayekî berfireh beşdarî roja dengdana giştî bibin û biçin ser sindoqên dengdanê.
Herwiha tekez kir: "Girîng e ku dengê xwe bidin kabdîd û lîsteyên xwe, da ku nûneratî û rêjeya Kurdan li Bexdayê xurt û zêde be."
Proseya dengdana taybet îro Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, saet 07:00ê sibê dest pê kir û dê heta saet 18:00ê êvarê berdewam bike. Di dengdanê de endamên hêzên ewlehiyê û koçber beşdar dibin. Li seranserê Iraqê zêdetirî 1.3 milyon endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar koçber mafê dengdanê hene.
Biryar e dengdana giştî roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, birêve biçe.
