Yilmaz Tunç: Doza berdana Demirtaş li dadgehê ye

Yilmaz Tunç
Yilmaz Tunç

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) di derheqa biryara yekalîker a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser Selahattin Demirtaş ragihand: “Ew biryar li dadgehê ye, em hemî bi hev re li bendê ne.”

Yilmaz Tunç herwesa got: “Wekî hûn dizanin, ev tenê ne biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di demên borî de, biryarên Ocalan û Kavala jî hebûn. Herwesa gelek doz hene ku hîn jî di Encûmena Wezîran de tên nîqaşkirin.”

Navbirî amaje jî da: “Doza Demirtaş bi doza Kobaniyê ve girêdayî ye. Wekî hûn hemî dizanin, di 16ê Gulana 2024ê de, Demirtaş û hevalên wî li Dadgeha 22ê ya Cezayên Giran a Enqereyê hatin cezakirin. Hin ji tometbaran jî cezayê zindanîkirina demkî wergirt û hin jî bêguneh derketin. Niha li Nivîsîngeha 22ê ya Cezayan a Dadgeha Herêma Enqereyê kar li ser vê dozê tê kirin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê eşkere jî kir: “Nivîsgeha Duyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryaran binpêkirina li ser wê gilînameyê derxistiye ya ku bi hinceta binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê û binpêkirinên têkildarî girtinê hatibû tomarkirin, ku binpêkirina xala 5ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.” Herwesa got: "Di navbera raya giştî de nîqaş li ser wê yekê çê bû ka gelo dê li dijî vê biryara nivîsgehê îtîraz hebe an na.”

Yilmaz Tunç herwesa gihand: “Em daxwaz dikin ku biryarên nivîsgehan di Desteya Mezin a Dadgehê de bên nîqaşkirin. Berî ku biçe Desteya Mezin, paneleka 5 kesî heye. Vê panelê got ku 'pêdivîtî bi nîqaşê tune' û bi vî rengî biryara wê nivîsgehê çareser bûye.”

Navbirî ron jî kir: “Biryara wê fermangehê niha ji hêla Nivîsgeha 22ê ya Cezayan a Dadgeha Herêma Enqereyê ve tê nirxandin. Biryara qonaxa yekê derketiye û ew biryar di qonaxa nirxandinê de ye. Yanî nirxandina vê mijarê niha li dadgehê ye. Em hemî bi hev re li bendê bin ku bibînin ka dadgeh dê çi biryarekê bide.”

Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdağ li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatin girtin.

Doza Kobaniyê piştî xwepêşandanên berfireh ên ji bo piştgiriya bajarê Kobaniyê li Cotmeha 2014ê hat destpêkirin ku tundûtûjî jê peyda bûn. Demirtaş bi 42 sal û Figen Yuksekdağ jî bi 32 salên cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

 
Fly Erbil Advertisment