Komîsyon: Li Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya di dengdana taybet de gihîştiye %75

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de, Neberd Omer, ji Kurdistan24 re ragihand, rêjeya beşdariya Hêzên Pêşmerge û endamên din ên hêzên ewlehiyê di dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê gihîştiye %75.

Neberd Omer diyar kir, rêjeya fermî ya beşdariyê dê piştî saet 12:00ê nîvro were ragihandin, piştî ku amûrên elektronîk yekemîn rapora xwe ji navenda sereke ya li Bexdayê re bişînin.

Berpirsê Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê got: "Ji saet 07:00ê sibê ve 958 wêstgehên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatine vekirin û prose bi awayekî gelek baş birêve diçe." Herwiha destnîşan kir, di destpêka sibê de li nêzîkî çar wêstgehan hin pirsgirêkên teknîkî derketin, lê bi lez hatin çareserkirin û niha prose bê ti astengî berdewam e.

Omer got: "Li gorî serdanên min ên ji bo navendan, min dît ku hêzên ewlehiyê bi coş û kelecaneke mezin beşdarî prosesê dibin."

Neberd Omer tekez kir, ji bo çavdêriya proseyê, 1,100 çavdêrên navdewletî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û destûr ji wan re hatiye dayîn ku serdana navendên dengdanê bikin û ji nêz ve çavdêriya prosesê bikin.

Wî derbarê amûrên dengdanê de jî got: "Amûr saet 07:00ê sibê bi awayekî otomatîk dest bi kar dikin û saet 18:00ê êvarê jî bi xwe disekinin û piştî wê encaman dişînin."

Di dawiyê de, Neberd Omer spasiya hêzên ewlehiyê kir, ji bo parastina ewlehiya navendên dengdanê û daxwaz kir ku bi awayekî tundtir rê li ber birina mobîlan bo nav jûra dengdanê were girtin, da ku nepeniya dengdanê bi temamî were parastin.

 
Fly Erbil Advertisment