Rêjeya tevlîbûnê li Kampa Şaryayê zêdetirî 60% ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam dibe. Ev dengdan hêzên ewlehiyê û awareyan vedigire.
Çavdêreka hilbijartinan bi navê Navîn li Kampa Şaryayê ji Kurdistan24ê re got: “Pêvajoya hilbijartinan baş dimşe û heta niha tu pirsgirêkên qanûnî çê nebûne, lê ji piştî nîvro ve rêjeya tevlîbûnê kêm bûye.” Herwesa got: "Heta piştî saet 3:00, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 60% bû."
Navînê amaje jî da: “Ez daxwazê ji xelkî dikim ku di van saetên mayî de bên û dengê xwe bidin, û ez daxwazê ji xelkê Şingalê jî dikim ku di roja 11ê Mijdarê de biçin dengê xwe bidin.”
Çavdêra navbirî ron jî kir: "Ev hilbijartin ji hilbijartinên din cuda ne, wekî qadeka şerî di navbera aliyên siyasî de tê temaşakirin, ji ber vê yekê em dixwazê dikin ku xelk bi rengekê cidî tevlî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin wan alî û berbijarên ku wan bawerî pê heye."
Navînê eşkere jî kir: “Rêjeya tevlîbûna di dengdanan de sibehê çêtir bû, lê ji piştî nîvro ve sist bûye, her çend çend saet mane jî, rêjeya tevlîbûnê di di bingeha li derveyî kampê de ji 50% zêdetir e, lê di wê bingeha di hundirê kampê de ji 60% zêdetir e.”
1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 aware dê tevlî hilbijartinên taybet bibin. Her di dengdana taybet de, 809 bingeh û 4.501 westgehên dengdanê dê ji bo hêzên ewlehiyê û 27 bingeh û 97 westgehên dengdanê dê ji bo awareyan vekirî bin.
Hejmara giştî ya berbijaran ji bo hilbijartinan 7 hezar û 744 berbijar in, herwesa heta niha 848 berbijar ji wê pêşbirkê hatine dûrxistin.
