Komîsyonê rêjeya beşdariyê ragihand: Parêzgehên Herêma Kurdistanê di rêza pêşîn de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdariya di dengdana taybet de heta nîvroya îro 9ê Mijdarê eşkere kir. Li gorî amarên destpêkê, parêzgehên Herêma Kurdistanê di warê beşdariyê de di rêzên herî pêş de cih digirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, proseya dengdana taybet bi awayekî serkeftî birêve diçe û rêjeya beşdariyê heta nîvro li seranserê welat aşkera kir.
Li gorî amarên fermî, parêzgehên Herêma Kurdistanê di warê beşdariyê de rêjeyên herî bilind tomar kirine. Parêzgeha Silêmaniyê bi rêjeya %78 di rêza yekem de ye, li pey wê parêzgeha Hewlêrê bi %77 û parêzgeha Dihokê jî bi %76 di rêza sêyem de ne.
Rêjeya Beşdariyê li gorî Parêzgehan (Ji ya herî bilind heta ya herî nizim):
- Silêmanî: %78
- Hewlêr: %77
- Dihok: %76
- Diyale: %69
- Kerkûk: %68
- Neynewa: %68
- Enbar: %61
- Babil: %60
- Selahedîn: %59
- Qadisiye: %57
- Bexda-Kerx: %57
- Musenna: %57
- Wasit: %55
- Kerbela: %55
- Zîqar: %52
- Besra: %52
- Mîsan: %51
- Necef: %48
- Bexda-Resafe: %47
Ev amarên destpêkê ne û tê çaverêkirin ku rêjeya giştî ya beşdariyê piştî bidawîbûna prosesa dengdanê di saet 18:00ê êvarê de were eşkerekirin.
