Mesrûr Barzanî bi endamên Liqa Şeşê ya PDKê ya Ewropayê re civiya

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi berpirs, endam û kadroyên Liqa Şeşê ya PDKê ya Ewropayê re civiya û pê re behsa guhertin û pêşketinên dawiyê yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û proje û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de kir.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) bi berpirs, endam û kadroyên Liqa Şeşê ya PDKê ya Ewropayê re civiya.

Cîgirê Serokê PDKê di wê civînê de bal kişand ser guhertin û pêşketinên dawiyê yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û herwesa proje, plan û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de ji bo avakirina jêrxaneyeka bihêz a aborî li Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwesa pesna rol, têkoşîn, xebat û westiyana endam û kadroyên Liqa Şeşê kir û di erk û têkoşînên wan de ji bo parastina mijarên neteweyî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de serkeftin ji wan re xwest.

 
Fly Erbil Advertisment