Mesrûr Barzanî û Balyozê Fînlandayê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê nû yê Fînlandayê li Iraqê Antti Putkonen kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Balyoz Putkonen kir ji ber destbikarbûna wî di posta wî ya nû de û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha, piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar û xebata wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fînlandayê amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê di warên curbecur de anî ziman.
çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bû, mijarên din a hevdîtinê bûn.
