Mehmet Emîn Ekmen: Komîsyon amadekariya yasaya vegerê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di civînek a derbarê pêvajoyê de hatî lidarxistin de hat amajekirin ku divê bo pêşxistin û encamdana pêvajoyê demildest gavên hiquqî werin avêtin da ku valahî nekeve pêvajoyê. Beşdarên civînê yên ku endamê komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ne amaje kirin ku nêrîna tund a hember pêvajoyê nerm bûye û divê kar bo desturek demokratik were kirin û bal hate kêşan ku dê komîsyon nexşerêya hiquqî ya pêvajoyê jî diyar bike.
Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê ve civînek bi navê “Di Pêkanîna Aştiyê De Rola Hiquqê” hat li darxistin.” Di civînê de akademisyen, hiquqnas û siyasetmedarên ku endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ne jî cih girtin. Axaftvanên civînê amaje kirin ku serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyek mayînde bi gavên hiquqî yên rasteqîne pêkan e û bo vê yekê jî bal hate kêşan ku helwest û xebatên komîsyonê girîng in û komîsyonê kariye helwestên tund ên dijî çareseriya pirsa kurd ber bi helwestek erênî ve biguherîne.
Cîgirê Serokê Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcle Sedat Yurttaş ji K24ê re got: “Ji xwe dema em li mînakên cîhanê jî dinihêrin bê hiquq aştiyek mayînde pêk naye. Dema em li civakê dinihêrin jî nermbûnek derketiye holê, ew nêrîna tund ya desrpêkê niha zêde nayê dîtin, ev yek jî tê wê wateyê ku pêşketinek hatiye bidestxistin û divê bi gavên hiquqî pêşketin were parastin.”
Endamên komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê jî anîn zimên ku divê demildest yasaya vegera endamên PKKê were desrxistin û dan zanîn ku bo vê yekê niha amadekariyek a komîsyonê heye û bal hate kêşan ku nêrîna dewletê ya derbarê pirsa kurd de jî hêdî hêdî tê guherîn.
Endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê Mehmet Emîn Ekmen dibêje: “Di yasaya dijeterorê de behsa wê yekê nake ku dema rêxistin xwe fesih dê çarenusa endamên wê rêxistinê çibe, di cîhanê de mînaka vê rewşê nîne, divê demildest gavên hiquqî werin avêtin, hiquq xala herî girîng a vê pêvajoyê ye. Komîsyon kesên dijî pêvajoyê re û kesên piştgirên pêvajoyê re jî axifî, wek mînak serokên parlementoyê yên berê Cemîl Çîçek û Omer îzgî hatin axifîn û piştgiriya pêvajoyê kirin ku wek kesên neteweperest tên nasîn, civakê jî ev yek dît û şopand û niha civakê de helwesta tund hêdî hêdî tê guherîn.”
Di civînê de hat amajekirin ku bo aştiyek mayînde divê gavên hiquqî werin avêtin û di vê çarçoveyê de jî divê ziman û nasnameya kurdî di çarçoveya desturî de were gerentîkirin.
