Rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê 98% bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Neberd Omer ragihand ku, rêjeya tevlîbûnê di dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê 98% bû.

Neberd Omer herwesa got: “Dengdana taybet bi awayekê pir baş û serdemiyane bi rê ve çû." Eşkere jî kir: “Li Hewlêrê, rêjeya tevlîbûnê 98% bû, ku 109 hezar û 508 kes bûn.”

Navbirî herwesa ragihand: “Li Silêmaniyê, rêjeya tevlîbûnê 98% bû, ku 106 hezar û 350 kes bûne.”

Serokê Desteya Hilbijartinan di derheqa Dihokê de jî got: “Li Dihokê jî, rêjeya tevlîbûnê 97% bû, ku 55 hezar û 411 kes bûn.

Neberd Omer di derheqa awareyan de jî got: “Li parêzgeha Dihokê, aware bi rêjeya 77% tevlî dengdanê bûne, ku 20 hezar kes bûn. Herwesa li parêzgeha Hewlêrê, rêje 71% bû, ku 391 kes bûn.”

Navbirî amaje jî da ku heta niha karmendên komîsyonê mijûlî vavartina dengan a bi destan in, herwesa 90% encam ji bingehên sereke re hatine şandin.

Serokê Desteya Hilbijartinan di derheqa gilînameyan de jî got: “Li hemî westgehên dengdanê sindoq hatine danîn, lê heta niha encamên gilînameyan venegeriyane û em dê sibe rabigihînin.”

Neberd Omer di derheqa dengdana giştî de jî got: "Hemî amadekarî ji bo dengdana giştî qediyane, hezar û 312 bingehên dengdanê hene û karmend heta saet 12:00 ê şevê dixebitin û serê sibehê jî bi eynî awayî."

Navbirî eşkere jî kir: “Amûran hêsankariyên gelek baş ji bo dengdêran kirin û ew kesên ku şûntiliyên wan nehatin xwendin, wêneyên rûyên wan hatin wergirtin.”

Serokê Desteya Hilbijartinan amaje jî da: “Ji bo dengdana giştî, sê milyon û 69 hezar dengdêr hene û nêzîkî 10 hezar kartên dengdanê li bingehan mane.”

Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû, ku hêzên ewlehiyê û awareyan vegirtibûn.

Dengdana giştî jî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê dusibe (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment