Berdevkê PDKê: Piştî hilbijartinan, nêzîkatiya me ya li hemberî aliyan dê cuda be
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, "Nêzîkatiya me ya li hemberî aliyên siyasî dê ji ya beriya hilbijartinê cuda be"
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 11ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, nêzîkatiya PDKê ya li hemberî aliyên siyasî piştî hilbijartinan dê ji ya beriya hilbijartinan cuda be, bi taybetî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Mehmûd Mihemed got: "Gelê Kurdistanê dengê xwe daye da ku parlamento û hikûmet werin avakirin, û divê hêviyên gelê Kurdistanê werin cih."
Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê kir, divê destûra Iraqê bi temamî were cîbicîkirin û got: "Divê destûr were cîbicîkirin, ku Madeya 140 û gelek mijarên din li xwe digire. Ev mafên gelê Kurdistanê ne û divê hemû bi hev re werin cîbicîkirin. Em êdî qebûl nakin ku hin madeyên destûrê werin cîbicîkirin û hin jî werin binpêkirin."
Herwiha da zanîn, 53 madeyên destûrî hene ku heta niha yasa ji bo wan nehatine derxistin, û gelek saziyên girîng ên hikûmeta federal ku federalîzmê nîşan didin, heta niha nehatine avakirin.
Derbarê egera avakirina hevpeymaniyan di Parlamentoya Iraqê de, Mihemed got: "Avakirina hevpeymaniyan dê ne zehmet be, eger zîhniyeta hemû aliyan bigihîje wê yekê ku ji niha û pê ve Iraq tenê bi aliyekî neteweyî yan mezhebî nayê birêvebirin. Belkû divê hemû aliyên olî, neteweyî û mezhebî bi hev re Iraqê birêve bibin, ji ber ku ezmûna rêveberiya yekalî berê têk çûye."
Îro Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, saet 07:00ê sibê deriyê navendên dengdanê ji bo dengdana giştî hatin vekirin û biryar e proses heta saet 18:00ê êvarê berdewam bike. Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 milyon kes mafê dengdanê hene û 7,744 berbijêr ji bo 329 kursiyên parlamentoyê ketine pêşbirkê.
