Berpirsê Beşa Hilbijartinê yê PDKê: Rêjeya herî zêde ya beşdariyê li sînorê Hewlêrê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşa Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî ragihand, rêjeya beşdariya dengdêran di dengdana giştî ya Parlamentoya Iraqê de "pir baş e" û rêjeya herî bilind li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye.
Cafer Emînkî îro 11ê Mijdarê piştî ku li navendeke dengdanê ya li Hewlêrê dengê xwe da, di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa birêveçûna dengdana giştî kir.
Emînkî amaje bi wê yekê kir, wan ji sibê ve çavdêriya nêzîkî 14 hezar westgehên dengdanê kiriye û ji bo wan diyar bûye ku heta niha rêjeya beşdariyê "pir baş" e. Li gorî gotina wî, rêjeya herî bilind a beşdariyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye, Silêmanî di rêza duyem de û Dihok jî di rêza sêyem de ye.
Cafer Emînkî da zanîn, li ser daxwaza PDKê "pirsgirêka nexwendina pençemorê (şopa tilîyê) hatiye çareserkirin û vê carê ti dengekî dengdêran winda nabe, ji ber ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pirsgirêkên teknîkî yên hilbijartinên berê çareser kirine." Herwiha got, ew bi awayekî domdar di pêwendiyê de ne ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê.
Berpirsê PDKê girîngiya beşdariyê anî ziman û got ku divê "îro dengdêr li Iraq û Herêma Kurdistanê wijdanê xwe rehet bikin." Herwiha got: "Hilbijartin serkeftin û têkçûn e. Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sala 1992an ve her dem serketî û yekem bûye, û înşellah vê carê jî em ê serkeftî bin."
Îro 11ê Mijdara 2025an, saet 07:00ê sibê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina endamên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê dest pê kir. Li gorî amaran, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê hene, ku ji wan zêdetirî 2 milyon û 800 hezar li Herêma Kurdistanê ne.
