Serbest Lezgîn: Ji bo diyarkirina paşeroja xwe, divê em hemû dengê xwe bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistina PDKê li Dihokê bang li xelkê Badînanê kir ku dengdanê weke "berpirsiyariyeke mezin" bibînin û pêşbînî kir ku dê li ser asta Iraqê beşdariya herî zêde li devera wan be.
Berpirsê Rêkxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê, Serbest Lezgîn îro 11ê Mijdarê piştî ku dengê xwe da, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, berpirsiyariyeke mezin li ser milê wan e û pêwîst e hemû kes beşdarî hilbijartinan bibin.
Lezgîn got: "Ez bang li hemû niştecihên devera Badînanê dikim, ji Kiristiyan, Misilman û pêkhateyên cuda yên ku bi hev re li ser axa Kurdistanê dijîn, ku îro berpirsiyariyeke mezin li ser milê me ye. Pêwîst e em hemû beşdar bibin ji bo biryardana li ser paşeroja xwe û nexşerêya siyasî ya paşeroja Herêma Kurdistanê û gelê me."
Serbest Lezgîn destnîşan kir ku dengdan hem erk e, hem berpirsiyarî ye û hem jî mafekî xwezayî, olî û niştimanî ye. Herwiha bang li hemû dengdêran kir ku heta saet 18:00ê êvarê biçin ser sindoqên dengdanê û "wan berbijêran hilbijêrin ku gel, ax û doza Kurd diparêzin."
A maje bi wê yekê kir ku bangeşeya hilbijartinê bi awayekî gelek rêkûpêk û aram derbas bûye û îro roja dengdan û encamê ye. Herwiha Serbest Lezgîn got: "Em bang li alîgirên xwe dikin ku weke her carê di vê rewşa hestiyar de careke din serkeftineke dîrokî tomar bikin û dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rastîn û wî aliyê ku dadperwer be û bikaribe di paşerojê de berevaniyê li Kurdistanê û pirsgirêkên wê bike."
Serbest Lezgîn geşbîniya xwe anî ziman û pêşbînî kir ku rêjeya beşdariyê dê piştî saet 14:00an zêdetir bibe û got: "Çawa ku di hilbijartinên borî de rêjeya beşdariyê li Badînanê ji %76 zêdetir bû, em pêşbînî dikin ku vê carê jî li ser asta Iraqê beşdariya herî zêde li devera Badînanê be."
