Omêd Sebah: Tiştê girîng bo PDKê parastina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê ye

Omêd Sebah
Omêd Sebah

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand ku, tiştê ji bo PDKê girîng parastina nasnameya Kurdistanîbûnê ya bajarê Kerkûkê ye. Herwesa daxwaz ji welatiyên Kerkûkê kir ku, biçin ser sindoqên dengdanê ji bo ku rêjeya dengên Kurdan li wî bajarî bilind bibe û wî mafê destûrî yê ku wan heye winda nekin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: “Daxwaza yekê ya PDKê ji xelkê Kerkûkê ew e ku bi rêya dengdanê nasnameya Kurdistanîbûnê ya wî bajarî biparêzin. Em wekî PDK bi girîngî ve li vê mijarê dinêrin û ew di rêza yekê ya hemî karên me de ye.”

Omêd Sebah amaje jî da: “Piştî ku nîvroya îro rêjeya tevlîbûna welatiyan di pêvajoya dengdanê ya wî bajarî de hate ragihandin, me bi hemî alî û tex û çînên cuda cuda re nîqaş kiriye da ku ew rêje zêde bibe.”

Navbirî tekez jî kir: "Piştî bizavên PDKê ji bo tevlîbûna berfireh a xelkî di pêvajoya dengdanê de, ew rêje rengekê berçav zêde bûye, lê dîsa jî ne di asta ku em hêvî dikin de ye, ji ber vê yekê ez daxwazê ji xelkê Kerkûkê dikim ku biçin ser sindoqan, da ku wî mafê xwe yê destûrî winda nekin.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên herwesa ragihand: "Peyama me wekî PDK ji bo hemî aliyan ew e ku, bila em tev alî bi hev re bi hevahengî ji bo parastina nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê bixebitin. Piştî hingê her alî û hêzeka siyasî dikare ji bo rêxistinkirina partiya xwe bixebite. Ez tekez dikim ku, tiştê girîng niha tenê parastina nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê ye.”

Omêd Sebah amaje jî da: “Ji destpêka dengdanê heta saet 12:00 ê nîvroyê, me heşt gilinameyên qanûnî li Komîsyonê tomar kirine, û me di naveroka gilînameyên xwe de jî daxwaz kiriye ku mafê qanûnî yê dengdana ji bo xelkî bê parastin.”

Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin.

Li gorî amamr û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê heye, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê ne.

 
 
Fly Erbil Advertisment