Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im serdemeka nû li Iraqê bo bidestxistina mafên me dest pê bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê peyamek weşand û tê de hêvî xwast ku, bi emanet rêz li dengên dengdêran bê girtin. Herwesa hêvî xwast ku serdemeka nû li Iraqê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê dest pê bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) bi helkefta bidawîhatina pêvajoya dengdanê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Iraqê peyamek weşand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanêdi di peyama xwe de got: “Spas ji Xudayê mezin re, pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi awayekê serkeftî bi dawî bûn. Ez pîrozbahiyê li gelê Iraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi taybetî dikim û spasiya wan dikim ku tevlî vê pêvajoyê bûn û maf û erkên xwe yên neteweyî bi cih anîn û nûnerên xwe hilbijartin.”
Mesrûr Barzanî herwesa spasiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û hêzên ewlehiyê yên Asayîş, Polîs û Pêşmergeyan jî kir, ji ber biserxistina pêvajoya dengdanê û rola wan a berpirsiyarane di parastina ewlehî û silametiya birêveçûna pêvajoya hilbijartinan de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li hemî wekîl û çavdêrên biyanî û navxweyî jî kir, ji ber alîkarî û çavdêrîkirina vê pêvajoyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî jî xwast ku, bi emanet rêz li dengên dengdêran bê girtin, herwesa ew nûnerên ku baweriya dengdêran bi dest dixin jî nûnerên rastîn ên gel bin û berevaniyê ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, qewareya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên hemî welatiyên Iraqê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwesa got: “Ez hêvî dikim ku serdemeka nû li Iraqa federal û demokratîk ji bo bidestxistina hemî mafên rewa yên gelê me dest pê bike û encamên hilbijartinan bibin sedema baştirbûna jiyan û jiyara welatiyên Iraqê, bihêztirbûna pêgeha Herêma Kurdistanê, çarekirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”
Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.
Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê heye, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê ne.