PDKê dengên xwe ji yek milyonê derbaz kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di herdu dengdanên giştî û taybetî yên hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê de zêdetirî yek milyon dengan birin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên taybet de 94 hezar û 666 deng bi dest xistibûn, niha jî hejmara giştî ya dengên PDKê di dengdanên taybet û giştî de zêdetirî yek milyonê ye. Ev jî di demekekê de ye ku, pêştir berpirsên PDKê pêşbînî kiribû ku di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de zêdetirî yek milyon dengan bi dest bixin.
Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.
Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê hebû, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê bûn.