Encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Encamên destpêkê yên dengdana giştî û taybet a hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê hatin aşkerekirin. Li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî berçav serkeftineke mezin tomar kiriye û zêdetirî milyonek deng bidest xistiye.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, PDKê di vê hilbijartinê de milyonek û 79 hezar û 12 deng wergirtiye. Ev hejmar ne tenê PDKê dike partiya yekem a Herêma Kurdistanê, lê di heman demê de nîşan dide ku dengên wê ji tevahiya dengên partiyên din ên Kurdistanê zêdetir in, ku bi hev re milyonek û 17 hezar û 694 deng kom kirine.
Dengên Partiyên Din
Encamên destpêkê yên partiyên din ên Herêma Kurdistanê wiha ne:
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 536,159 deng
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 166,474 deng
- Partiyên Helwest: 156,404 deng
- Nifşê Nû: 137,801 deng
- Bereya Gel: 20,856 deng
Pêvajoya Hilbijartinê û Rêjeya Beşdariyê
Proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê duh 11ê Mijdarê danê sibê saet 07:00 dest pê kir û saet 18:00 êvarê bidawî hat.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, ji zêdetirî 20 milyon kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû, tenê 10 milyon û 898 hezar û 237 kesan dengê xwe dane, ku ev jî rêjeya beşdariyê dike 54%. Ji wan jî zêdetirî 2 milyon û 800 hezar dengdêr li Herêma Kurdistanê hatibûn tomarkirin.
Dema ku dengdana taybet û giştî bi hev re tê hejmartin, rêjeya giştî ya beşdariyê digihîje nêzîkî 55%.
Komîsyon: Pêvajo bi Serkeftî Bû
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xalay di daxuyaniyekê de ragihand, proseya dengdanê bi serkeftî û bêyî ti kêşeyên teknîkî bi rê ve çûye.
Xalay herwiha tekez kir ku di navbera komîsyon, Komîteya Bilind a Ewlehiya Hilbijartinê û wezaretên ewlehiyê de hemahengiyeke baş hebû û ev yek bû sedema birêveçûneke aram a pêvajoyê.
