Firokeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê li Gurcistanê ket: 20 kes tê de bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke Tirkiyeyê ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyê ve diçû, li nêzî sînorê Gurcistanê ket. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di firokeyê de 20 personel hebûn.
Firokeyeke Barhilgir ya leşkerî ya tîpa C-130 a artêşa Tirkiyeyê ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyê ve diçû, îro 12ê Mijdarê li axa Gurcistanê ket xwarê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (WPN) bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir û ragihand, di firokeyê de tevî ekîba firînê, 20 personel hebûn.
Di encama bûyerê de û li gorî agahiyên destpêkê, hemû kesên di firokeyê de canê xwe jidest dane.
WPNê da zanîn, parçeyên firokeyê hatiye dîtin û tîma lêkolînê ya qezayê ji bo diyarkirina sedema bûyerê ber bi herêmê ve ketiye rê.
Herwiha hat ragihandin, ji bo piştgiriya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, drona Akıncı TİHA jî sewqî herêmê hatiye kirin.
Wezareta Navxwe ya Gurcistanê jî ragihand, firoke li herêma Signagiyê, 5 kîlometre dûrî sînorê Azerbaycanê ketiye xwarê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rêveberiya Şopandina Asmanî ya Gurcistanê diyar kir, piştî ku firoke ketiye qada asmanî ya Gurcistanê, pêwendiya radarê pê re qut bûye û ti sînyaleke hawarçûnê nehatiye şandin.
Piştî bûyerê, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi rêya telefonê sersaxî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û diyar kir ku ew êşa Tirkiyê parve dikin.
