PDKê benda milyonek û 100 hezar dengî derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daneyên destpêkê yên ku ketine destê Kurdistan24ê, di hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê de, piştî hesabkirina dengên koçberên li bazneya Nînowayê, ku hejmara wan digihîje 23,915 dengan, dengên giştî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gihîştin 1,105,445 dengan.
Ev hejmar PDKê weke hêza yekem û sereke ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li ser asta Iraqê jî bi awayekî berçav nîşan dide.
Encamên Destpêkê yên Partiyên Kurdistanê:
Li gorî heman daneyan, rêzbendiya partiyên Kurdistanê wiha ye:
- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 1,105,445 deng
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 536,759 deng
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 166,474 deng
- Helwest: 154,404 deng
- Nifşê Nû: 137,808 deng
- Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 48,411 deng
- Bereya Gel: 20,856 deng
Komîsyon dê Îro Encaman Ragihîne
Proseya dengdana giştî roja 11ê Mijdarê û dengdana taybet jî roja 9ê Mijdarê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bûbû. Berdevka Komîsyona Hilbijartinan Cumana Xalay ji Kurdistan24 re ragihand, ew ê îro 12ê Mijdarê, saet 18:00, encamên fermî yên destpêkê û rêjeya beşdariyê aşkere bikin.
Xalay da zanîn ku dibe di dema ragihandinê de hinek guhertin çêbibin, ji ber ku komîsyon hîn jî bi hejmartin û piştrastkirina daneyan ve mijûl e.
