Hişkesaliya giran li Rojhilatê Kurdistanê: Cotkar û ajalvan nîgeran in
Navenda Nûçeyan (K24) – Mijara herî germ û girîng a van rojan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî, hişkesalî û bêavî ye. Vê rewşê jiyana mirovan, bi taybetî cotkar û ajalvanên li gundan, xistiye nav nîgeraniyeke mezin û metirsiyeke cidî li ser debara wan çêkiriye.
Nebûna baranê û kêmbûna avê, cotkarên herêmê bêhêvî kirine. Gelek ji wan ji tirsa ziwabûnê newêrin dest bi çandiniyê bikin.
Cotkar Şêx Mihemed Baxtêr, rewşa xwe wiha tîne ziman: "Zeviyên me hene ku me salane dikir yonca. Bawer bikin, îsal çend şitlên gûzan ku me çandibûn jî ji ber bêaviyê hişk bûn. Em her tiştê ku diçînin, piştî demekê ji bêaviyê ziwa dibe û em jî neçar dest jê berdidin."
Îbrahîm Muteherî, cotkarekî din ku li ser zeviya xwe dixebitî, dibêje: "Min îsal 60 e'lbe (pîvanek) genim çandiye, lê heta niha dilopeke baranê jî nebariye. Salên borî di vê demê de baran dibarî û genim şîn dibû, lê îsal ne diyar e ka dê kengî bibare. Ji ber vê yekê cotkar dilsar in û gelek ji wan newêrin genim biçînin." Ew herwiha amaje dike ku ji bilî bêbaranê, îsal sûn, kulî û kêzikên din ên zerardar jî zêde bûne.
Hişkesalî û nebûna keskatiyê li çiya û deştan, metirsiyeke mezin li ser samana ajalan jî çêkiriye. Li gorî ajalvanan, salên borî çêrgeh û mêrg tijî ajal bûn, lê îsal ji ber nebûna giya û avê, ew neçar mane ku ajalên xwe li derdora gundan biçêrînin, an jî bi destan avê ji bîran ji wan re bînin.
Ajalvan Ezîz Badam, derdê xwe wiha vedibêje: "Hişkesaliyê ajalên me jî perîşan kirine. Kanî û çem hişk bûne. Çêrgeh jî êdî têra çêrandina ajalên me nakin. Salan, ev der hemû av û şilî bû."
Li aliyê din, berpirs û pisporên Îranê sedemên sereke yên vê qeyrana avê bi çend xalan ve girê didin. Li gorî wan, bikaranîna zêde û bêplan a ava bin erdê, kêmbûna asta ava bendavan, û nebûna hemahengiyeke rast di navbera sektorên pîşesazî, zanîngeh û saziyên cîbicîkar de, bûne sedema kûrbûna vê pirsgirêkê.
