Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê, pîrozbahî li bajarê Silêmaniyê û xelkê wê kir, bi boneya 241emîn salvegera damezrandina bajêr. Serokê Herêmê di peyama xwe de tekez kir ku Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya Kurdistanê de xwedî cihekî diyar e.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Mijdarê di peyamekê de got: "Di 241emîn salvegera damezrandina wê de, ez bi germî pîrozbahiyê li bajarê helmet û qurbaniyê, bajarê xweşdivî Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, navenda wêje û hunerê, û li tevahiya xelkê ezîz ê bajêr dikim."

Nêçîrvan Barzanî herwiha girîngiya dîrokî ya Silêmaniyê anî ziman û wiha domand: "Silêmanî navekî diyar ê dîroka me ya çandî û siyasî ye. Her tim bibandor û cihê qedirzanî û şanaziya gelê Kurdistanê ye."

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî hêviyên xwe ji bo paşeroja bajêr anî ziman û got: "Ez hêviya berdewamiya pêşketin, geşbûn, avadanî û aramiyê ji bo Silêmaniyê û tevahiya Kurdistanê dixwazim."

 
 
Fly Erbil Advertisment