Serokwezîr Mesrûr Barzanî 241 saliya damezrandina Silêmaniyê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê pîroz kir û di peyamekê de got: "Em piştrastiyê didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û xizmetkirina zêdetir a xelkê Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên din ên Kurdistanê de berdewam be."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdarê peyamek li ser tora civakî "X" belav kir û tê de got: "Di salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ li xelkê xweşdivî yê bajarê Silêmaniyê dikim û hêviya pêşketin û geşbûneke zêdetir jê re dixwazim."

Serokwezîr di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî û çandî ya Silêmaniyê û soza berdewamiya xizmetguzariyan da:

"Silêmanî, weke bajarekî girîng û navendeke diyar a rewşenbîrî û wêjeyê û xwedî dîrokeke tijî serwerî di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de, şayesteyê xizmeteke zêdetir e. Em piştrastiyê didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û xizmetkirina zêdetir a xelkê Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên din ên Kurdistanê de berdewam be."

 
 
Fly Erbil Advertisment