Bakirhan: Aştî bi vegerandina şaredariyan dest pê dike, divê qeyûm bêne rakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredarên partiya xwe de axivî û tekez kir: "Divê şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatine danîn, careke din radestî îradeya hilbijartî ya gel bên kirin."
Bakirhan îro 14ê Mijdarê di civîna hevşaredarên partiya xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: "Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê we jî. Hûn têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin, lewma ev pêvajo we ji nêz ve eleqedar dike. Aştî tê wateya rêveberiya xwecihî ya çalak."
"Divê em êdî Gotina Qeyûm Nebihîzin"
Tuncer Bakirhan destnîşan kir, divê li tevahiya Tirkiyeyê sîstema qeyûman ji holê rabe û got: "Îradeya hilbijartî ya gel divê bajaran birêve bibe. Ne tenê li bajarên Kurdan, li tevahiya Tirkiyeyê divê em êdî gotina qeyûm nebihîzin"
Herwiha destnîşan kir, yek ji bendewariyên sereke yên civakê, azadiya girtiyan e û ev yek daxwazeke ku pêşî li pêvajoyê vedike.
Bakirhan bang li şaredaran kir jî ku di vê pêvajoya dijwar de, bi berpirsiyarî tevbigerin, xizmeteke rast biafirînin û pêvajoyê civakî bikin da ku serkeftineke mezin bi dest bixin.
