Ebdirehman Zêbarî: Sîstema pirbazineyî mafên destûrî binpê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadwerekê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yê berê ragihand: “Qanûna hilbijartinan a Iraqê ya niha nedadperwerane ye û bingeha vê nedadperweriyê jî parvekirina bazineyên hilbijartinan e, ne sîstema Santligo ye.”
Dadwerekê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yê berê Ebdirehman Zêbarî îro îro (Şemî, 15ê Mijdara 2025ê) di çarçoveya gereka nûçeyên Kurdistan24ê de got: “Qanûna hilbijartinan a niha li dijî madeya 49ê ya destûra Iraqê ye.”
Ebdirehman Zêbarî amaje jî da: “Li gorî destûrê, divê endamên parlementoyê nûnertiya tevahiya gelê Iraqê bikin, lê ji ber sîstema pirbazineyî mafên destûrî yên gelê Iraqê hatine binpêkirin.”
Navbirî ron jî kir: “Mijara nedadperweriyê di qanûna hilbijartinan de tu têkiliya wê bi sîstema Santligo re tune ye, lê bi parvekirina bazineyên hilbijartinan li Iraqê ve girêdayî ye."
Dadwerekê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yê berê behsa madeya 49ê ya destûra Iraqê kir û got: "Destûr dibêje ku endamê parlementoyê nûnertiya tevahiya gelê Iraqê dike, ne tenê ya devera xwe. Ev tê wê wateyê ku, divê Iraq yek bazineya hilbijartinan be.”
Ebdirehman Zêbarî dîroka hilbijartinan li Iraqê berçav kir û got: "Di sala 2004ê de, dema ku qanûna hilbijartina Encûmena Neteweyî hate derxistin, Iraq bû yek bazine û di encamê de Hevpeymaniya Kurdistanê nêzîkî 80 kursî bi dest xistin."
Li gorî Dadwerê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yê berê, rayedarên Bexdayê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî sîstemê diguherînin. "Bo nimûne, di hilbijartinên 2021ê de ku tevgera Sedir serdest bû, Iraq bû 83 bazine, lê piştî vekişîna Sediriyan, rayedarên nû vegeriyan sîstema parêzgehan ji ber ku di berjewendiya wan de bû.” Tekez jî kir: “Ev guhertinên berdewam nedadperwerane û nelojîkî ne û bi piranî li dijî bingehên destûrî ne jî."
Navbirî çareyeka bingehîn ji bo van arêşeyan li Iraqê berçav kir û got: "Mijareka girîngtir ji yekbazineyî û pirbazineyîyê damezrandina encûmena federalî ye. Heke ev encûmen bê pêkanîn, ku nûnertiya dever û parêzgehan li ser bingeha hevsengiyê dike ne ya hejmaran. Ew dê bibe fîlterekê din ji bo qanûnan û garantiyek ji bo parastina mafan."
Dadwerê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yê berê li dawiyê rexne li nebûna îradeya siyasî li Bexdayê ji bo bicihanîna tekistên destûrî girt û got: "Arêşe nebûna îradeya siyasî li Bexdayê ji bo bicîhanîna sozên ku di bernameya hikûmetê de hene ye, ji ber vê yekê divê mekanîzma guncayî û zexta siyasî hebin, heta li ser asta navneteweyî jî hebe, da ku bicîhanîna bendên destûrî misoger bikin."
