Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Îtalyayê li Iraqê re civiya û pê re behsa pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê şevêdî (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana re civiya.
Her di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone jî tê de amade bûbû, herdu aliyan bal kişand ser pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî.
Wê ragihandinê amaje jî da ku, herdu aliyan ji bo serkeftina pêvajoya dengdanê dilxweşiya xwe diyar kir û hêvî kir ku, qonaxeka nû û çêtir ji hemî aliyan ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Her di vî warî de, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îtalyayê li Iraqê li ser paşeroja pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê jî dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, bizavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê û deverê bi giştî jî hin mijarên din ên vê civînê bûn.
