Mesrûr Barzanî: Mercê me yê ji bo piştgiriya hikûmetê, cîbicîkirina destûrê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Korbenda MEPSê li Dihokê ragihand, mercê sereke yê PDKê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de, dê li ser bingeha "cîbicîkirina destûrê û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê" be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 18ê Mijdarê bersivê hejmarek pirsên Şandeya Kurdistan24ê ji bo şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) Îman Derbas, dan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya lidarxistina Korbenda MEPSê, bi taybetî çend roj piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û got: "Ev yek, pêgeh û girîngiya korbendê û bajarê Dihokê nîşan dide."
"Mercê me yê sereke cîbicîkirina destûrê ye"
Li ser pirsa derbarê mercên PDKê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de, Serokwezîr Barzanî bi zelalî got: "Şertên me zêdetir li ser ajandaya hikûmetê ne; ka dê çi ajandayeke wan hebe ji bo cîbicîkirina destûrê û cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Ev şertê me yê sereke ye ji bo ku em bizanibin em ê çawa biçin pêş û piştgiriyê bidin hikûmeta dahatû li ser asta federal."
Serokwezîr hêviya xwe anî ziman ku di kabîneya dahatû ya hikûmeta Iraqê de zêdetir kar bi destûrê were kirin û got: "Bingeha destûrê jî ev hevparî, hevsengî û lihevkirin e. Em daxwaz dikin ku ev li ber çavan werin girtin."
"Em dixwazin hikûmeteke bin-fireh a Herêmê were avakirin"
Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Barzanî got: "Mercên cuda hene, lê em dixwazin ku gotûbêj berdewam bin da ku em bigihîjin encamekê ku hikûmeteke bingeh-fireh be û bersivderê hemû daxwaziyên xelkê Kurdistanê be, were ragihandin û bigihîje encamê."
Di dawiyê de, Serokwezîr careke din bang li xelkê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin alîgirên Yaneya Werzişî ya Zaxoyê ku ji aliyê FIFAyê ve ji bo xelata "Baştirîn Alîgirên Salê" hatine berbijêrkirin.
