Serok Barzanî û Musena Samerayî pêngavên qonaxa piştî hilbijartinan nîqaş kirin

Serok Barzanî û Musena Samerayî
Serok Barzanî û Musena Samerayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezimê li ser pêngavên qonaxa piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê axiftin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Samarayî re civiya.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, herdu aliyan di wê civînê de bal kêşa ser serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û herwesa pêngavên qonaxa piştî hilbijartinan jî nîqaş kirin.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.