Ahmet Davutoglu: Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Dihokê di hevpeyvîneke taybet ligel Kurdistan24ê de ragihand, ew piştgiriyê didin proseya aştiyê û bang kir ku divê Selahattîn Demîrtaş were berdan. Davutoglu herwiha pesnê pêşketina Herêma Kurdistanê da û tekezî li ser pêwendiyên xwe yên xurt ên ligel serkirdeyên Kurd kir.

"Divê Selahattîn Demîrtaş were berdan"

Derbarê proseya aştiyê de, Ahmet Davutoglu bi awayekî zelal piştgiriya xwe anî ziman û got: "Em piştgiriyê didin proseya aştiyê û me nêrînên xwe bi awayekî zelal gihandine Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî. Partiya me di wê komîteya ku ji bo proseya aştiyê hatiye avakirin de cih digire."

Davutoglu herwiha bangeke girîng kir û got: "Pêwîst e Selahattîn Demîrtaş were berdan, ji ber ku nabe ti kesek li ser mijarên siyasî were zîndanîkirin."

"Min ferman da artêşê ku alîkariya Pêşmerge bike"

Davutoglu pesnê Korbenda MEPSê da û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo organîzekirina wê. Herwiha bal kişand ser pêwendiyên xwe yên dîrokî û got: "Pêwendiya me bi Mesrûr Barzanî re vedigere 25 sal berê û pêwendiyeke xurt e. Di demên herî dijwar de, pêwendî û baweriyeke bihêz di navbera me de hebû. Herwiha Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî hevalên min ên nêzîk in."

Amaje bi wê kir: "Dema DAIŞê xwast êrîşî Hewlêrê bike, min ferman da artêşa welatê xwe ku bi her awayî alîkariya Herêma Kurdistanê bike û heta li baregehên serbazî rahênana serbazî bi hêzên Pêşmerge re dikirin."

"Ez bi pêşketina Zaxo, Dihok û Hewlêrê matmayî mam"

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê herwiha matmayîna xwe ji bo avedanî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û got: "Zaxo gelekî guheriye û pêşketineke berçav bi xwe dîtiye, ez matmayî mam. Min ji bo vê pêşketinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir. Hewlêr, Dihok û Zaxo li gorî bajarên din ên Iraqê gelekî pêşketî ne."

Davutoglu bi awayekî kesane jî behsa hestên xwe kir û got: "Dema proseya aştiyê di sala 2013an de têk çû, ez jidil gelekî xemgîn bûm û hêsir ji çavên min bariyan. Jina min jî bi vê yekê gelekî xemgîn bû, ji ber ku em hemû mirov in."

Di dawiyê de, Davutoglu tekez kir ku prensîpên wî yên li hemberî Kurdan neguherîne û got, "Dema ez Wezîrê Derve bûm, ji ber bikaranîna navê Kurdistan û ala Kurdistanê li Hewlêrê, gelek kes matmayî man. Niha jî Tirkiye dixwaze pêwendiyên baş ligel Herêma Kurdistanê hebin." 

 
Fly Erbil Advertisment