Roja duyem a MEPSê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî gotûbêjeke taybet dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakiyên roja duyem a şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê îro 19ê Mijdarê berdewam dikin. Bûyera herî girîng a îro, gotûbêjeke taybet a bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ye, ku tê de dê li ser mijarên girîng ên rojevê raweste.
Endamê Korbenda MEPS 2025ê Dr. Beyar Doskî ji Kurdistan24ê re ragihand, korbend heta niha bi awayekî gelekî serketî birêve çûye û armanca wan a komkirina serkirdeyên Iraq, Kurdistan û welatên cîran pêk hatiye.
Rojeva Roja Duyem
Dr. Doskî herwiha rojeva roja duyem a korbendê jî eşkere kir û got: "Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê gotûbêjeke taybet pêk bîne."
Da zanîn jî, armanceke din a karên îro, lidarxistina gotûbêjeke herêmî ye li ser asta Rojhilata Navîn, ku tê de dê behsa Kurdên Sûriyeyê were kirin. Li gel van, dê çar panelên din jî birêve biçin ku tê de dê rewşa Iraq, Kurdistan û herêmê were nirxandin.
Korbenda MEPSê duh Sêşemê, bi amadebûna Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û bi dehan serkirdeyên ji Iraq û welatên din li Dihokê dest pê kiribû.
