Rêber Ehmed: Ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo pêkvejiyanê modela herî serketî ye li Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, li Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de li Dihokê, di gotarekê ragihand, ji bo bidestxistina aramiyê li Rojhilata Navîn, pêwîstî bi guhertineke çandî heye, ne tenê guhertina sîstemên siyasî. Ehmed herwiha ezmûna Herêma Kurdistanê weke modela herî serketî ya pêkvejiyanê li herêmê bi nav kir.

Rêber Ehmed di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya li korbendê anî ziman û tekez kir ku aştî "nirxa herî pîroz" e ji bo aramiyê. Herwiha got, naskirina kokên aloziyan rêya herî girîng e ji bo dîtina çareseriyên rastîn û da zanîn ku Peymana Sykes-Picot yek ji sedemên sereke yên qeyranên li pey hev bûye.

Ehmed herwiha got: "Karesata sereke ne tenê ew qonaxa dîrokî bû, belkî ew çanda siyasî bû ku bi dehsalan li Iraq û Sûriyeyê hikûm kir." Da zanîn jî, li şûna ku desthilat ji gelên ku li ser vê axê dijîn re bihata dayîn, ji derve hikûmdar û berpirs hatin danîn û got: "Karesat di çanda serdest de bû; çandeke tundrew û tundûtûj, ku guhertin û reform red dikir. Ji ber vê yekê aştî û aramiya rastîn pêk nehat." 

Wezîrê Navxwe hişyarî da ku eger rûbirûyî kokên tundûtûjiyê neyên kirin, dê herêm bikeve ber metirsiyeke mezintir. Da zanîn jî: "Eger em rûnin û li ser sedemên nearamiya li Iraqê biaxivin, em ê bi dawî nekin. Pirsgirêk ne tenê di sîstemê de ye, pirsgirêk di çandê de ye."

Ehmed da zanîn, guhertina rastîn li Iraq û Sûriyeyê ji guhertina raman û hişmendiyê dest pê dike û got: "Modela herî serketî li Rojhilata Navîn ezmûna Herêma Kurdistanê ye, ku îsbat kiriye ku pêkan e pêkvejiyan were avakirin û sazî werin damezrandin."

Derbarê destûra Iraqê de, Rêber Ehmed ew weke "yek ji destûrên herî pêşketî li Rojhilata Navîn ji bo welatekî pir-neteweyî û pir-olî" binav kir, lê tekez kir ku beşekî gelekî biçûk jê li ser erdê hatiye cîbicîkirin. Ji ber vê yekê, reforma çandî û nûjenkirina hişmendiya siyasî ji her tiştî girîngtir e.

Di dawiya axaftina xwe de, wezîr hişyarî da ku "Rojhilata Navîn dê di nav metirsiyê de bimîne heta ku qeyranên neteweyî û olî neyên çareserkirin" û hêvî xwast ku ev korbend bibe "pêngavek ber bi aştî û aramiyê ve."

 
Fly Erbil Advertisment