Mesrûr Barzanî ji MEPSê: Cîbicîkirina destûrê bingeha çareserkirina hemû kêşeyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Mijdarê, di gotûbêjeke taybet de li şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 25) tekez kir, eger desthilat li Bexdayê ji destpêkê ve bi awayekî rast bihata dabeşkirin, dê pirsgirêk çênebûna. Herwiha da zanîn jî, Bexda di mijara neft û gazê de pişta xwe dispêre yasayên serdema rejîma berê.

Di vê gotûbêja taybet de, ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok birêve çû, Serokwezîr Barzanî li ser rewşa Iraq û Herêmê, encamên hilbijartinên parlamentoyê, avakirina hikûmetên nû û pêwendiyên bi Bexdayê re rawestiya.

"Pêwîst e pêwendiyên me bi Bexdayê re li gorî destûrê bin"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi zelalî got: "Eger desthilat li Bexdayê weke xwe bihata dabeşkirin, dê ji destpêkê ve pirsgirêk çênebûna. Em hewl didin ku pêwendiyên xwe yên bi hikûmeta Iraqê re li ser bingeha destûrê ji nû ve rêk bixin."

Herwiha diyar kir ku destûrê bi awayekî zelal diyar kiriye ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê çawa bin û got: "Hemû wan kêşeyên ku behsa wan hat kirin, diviyabû li gorî madeyên cuda yên destûrê bihata çareserkirin, weke Madeya 140, mijara enerjiyê, û yasaya neft û gazê ku diviyabû bi salan berê hebûya. Hikûmeta Iraqê ji bo mijara neft û gazê pişta xwe bi yasayeke serdema rejîma berê girêdaye, ku ji bo serdema niha ne guncaw e."

"Yasaya hilbijartinê ne dadperwer e"

Derbarê hilbijartinên Iraqê de, Mesrûr Barzanî got: "Hilbijartinên Iraqê serkeftineke mezin bû ji bo gelê Iraqê û proseya dengdanê jî serketî bû, lê kêşeya me bi yasaya hilbijartinê re heye. Yasaya hilbijartinê ne dadperwer e, ji ber ku me weke PDK zêdetirî milyonek û 100 hezar deng wergirtine, lê dema em bi hejmara kursiyên xwe re berawird dikin, em dibînin ku ne li hev in û bêdadiyeke mezin di yasayê de heye."

"PDK sîwanek ji bo hemû pêkhateyên e"

Serokwezîr Barzanî sedema serkeftina PDKê di hilbijartinan de wiha rave kir: "Dema ku xizmetkirina xelkê bibe armanca sereke ya hikûmetê, hikûmdarî û rêveberî hêsan dibe. Me jî ev yek kiriye. Ez di wê baweriyê de me ku di hilbijartinan de welatiyan dengê xwe dan wê partiya siyasî ya ku xizmeta xelkê dike. PDKê xizmeta hemûyan kiriye û sîwanek e ji bo hemû wan kesên ku li Iraq û Kurdistanê dijîn. Bi saya serkirdayetiya wê, hemû ol û pêkhate baweriya xwe bi PDK û bernameyên wê tînin."

"Divê kesên ku destûrê binpê dikin werin cezakirin"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî şertên PDKê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû de bi awayekî zelaltir anî ziman û got: "Vê carê giraniya me li ser ajandaya hikûmeta dahatû ya Iraqê ye. Şertê me ji bo beşdarbûnê, cîbicîkirina destûrê û sozan e. Her aliyekî ku bixwaze em hevpeymaniyê pê re girêbidin û beşdarî hikûmetê bibin, pêwîst e destûrê cîbicî bike."

Herwiha da zanîn jî: "Em nikarin bi welatekî re berdewam bikin ku hertim binpêkarî li hemberî me tê kirin û rêz li me nayê girtin. Ez di wê baweriyê de me ku daxwaza herî mezin ne destûr bi xwe ye, ji ber ku destûr heye, lê mekanîzmayên cîbicîkirina destûrê nînin. Ewên ku destûrê binpê dikin, weke berpirsyar nayên dîtin. Em dixwazin her kesê ku destûrê cîbicî neke, weke berpirsyar were dîtin û were cezakirin."

"Çareseriya yekcarî yasaya neft û gazê ye"

Derbarê hinardekirina nefta Kurdistanê de, Serokwezîr Barzanî: "Lihevkirina ji bo hinardekirina nefta Kurdistanê ne saxlem e û demkî ye. Çareseriya yekcarî, derxistina yasaya neft û gazê ye li Parlamentoya Iraqê. Heta ku ew yasa nebe, her lihevkirineke ku were kirin, dê demkî be."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi zirarên rawestandina hinardekirina neftê kir û got: "Ji ber rawestandina hinardekirina nefta Kurdistanê, zirar gihîşt Iraq, Kurdistan û her aliyekî; ti kes serketî nebû. Zirareke mezin gihîşt me, mûçeyên me hatin birîn û heta niha nehatine qerebûkirin. Em hêvîdar in ku lihevkirin berdewam be heta ku yasaya neft û gazê were derxistin. Di bingeh de, ti sedem ji bo rawestandina hinardekirina nefta Kurdistanê tinebû, ji ber vê yekê em hêvîdar in careke din bê sedem prose neyê rawestandin."

Mesrûr Barzanî herwiha rexne li Bexdayê girt û got: "Tevî ku dahata neftê û dahatên neneyftî diçin Bexdayê, lê heta niha jî dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dereng dixin."

"YNK ji ber postan hikûmet ava nekir; êdî mercên nû hene"

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi zelalî rexne li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girt û got: "Me hêvî dikir ku em ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di demeke zû de hikûmeta nû ava bikin, lê mixabin ew yek nehat kirin. Di destpêkê de gotûbêj baş bûn, lê dema mijar hat ser pile û postan, YNKê rijdî li ser hin postan kir ku bû sedema neavakirina hikûmetê."

Serokwezîr da zanîn, divê rêz li encamên hilbijartinê were girtin û got: "Eger tu rêzê li encamên hilbijartinê negirî, ma çima hilbijartin tên kirin? PDKê gelek nermî nîşan da û ji para wan a hilbijartinê zêdetir post dan YNKê, lê dîsa jî ew nehatin pêş. Wan dixwest piştî hilbijartinên Iraqê hikûmet were avakirin, ji ber ku nirxandineke şaş ji bo PDKê kiribûn û digotin dê di hilbijartinên Iraqê de biser nekeve û lawaz bibe. Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, rewş cuda ye û mercên nû derketine pêş. Ji niha û pê de, ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, em ê li ser bingeha van mercên nû gotûbêjan bikin."

"Ji 2013an ve Bexda rê nade em fermanberan damezrînin"

Mesrûr Barzanî herwiha behsa pirsgirêka nedamezrandina fermanberan li Herêma Kurdistanê kir û Bexda weke sedema sereke nîşan da û got: "Bi biryareke Bexdayê, ji sala 2013an ve heta niha, ti fermanberek li Herêma Kurdistanê nehatiye damezrandin. Hemû ewên ku di salên borî de me damezrandine, bi şêweyê girêbestê bûne."

Herwiha tekez kir jî, divê weke parêzgehên din ên Iraqê, serederî bi fermanberên Herêma Kurdistanê re were kirin û got: "Em dixwazin derfeta damezrandinê ji bo ciwanan vekin. Hikûmet jî pêwîstiya wê bi damezrandinê heye, ji ber ku her sal beşeke mezin a fermanberan teqawid dibin û divê ew valahî bi fermanberên nû were dagirtin."

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment