Ezîz Ehmed: Em amade ne bo elektrîka 24 saetî alîkariya Iraqê bikin

Ezîz Ehmed
Ezîz Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêvebirê Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Em naxwazin êdî wekî rehîne serederî bi fermanberên Herêma Kurdistanê bê kirin.” Herwesa ragihand: “Em amade ne ku alîkariya Bexdayê bikin, da ku elektrîka 24 saetî hebe.”

Cîgirê Birêvebirê Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) li Dihokê di paneleka Korbenda MEPSê de got: “Em li Nivîsîngeha Serokwezîr, digel Şîlan Xanê, çavdêriya tîmeka bicihanîna projeyên herî baş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku niha ji 200 kesan pêk hatiye.”

Navbirî herwesa got: “Em amade ne ku bi Bexdayê re hevahengiyê bikin, da ku alîkariya wan bikin ku elektrîka 24 saetî werbigirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dabînkirina wê de serketî bûye.”

Amaje jî da: “Bernameya me ya duyê bankkirina mûçeyên mûçexuran e, da ku pere hebin û deynan werbigirn û bazirganî bi xweşikî û birêkûpêkî bên kirin û heta hikûmet jî piştgiriyê bide wan deynên ku ji bankan tên girtin.”

Ezîz Ehmed herwesa ragihand: “Sîstema dabînkirina elektrîkê kevn bû û karûbar ne dîjîtalî bûn û jeneratorên gazê kêmbûna elektrîkê qerebû dikir. Her salê 1.4 mîlyar dolar zirara wê bûn, ku mimkin e ew pere jî ji bo hikûmetê vegere, ji ber vê yekê me rêyeka guncayî ji bo bicihanîna vê dît û Herêma Kurdistanê, ku di 20 salên borî de nekarîbû vê yekê bike, bi Projeya Ronahiyê hat bicîhanîn.”

Di derheqa projeya Hejmara Min de jî got: “Me kariye ji milyonekê zêdetir hesabên bankê ji bo Kurdistaniyan vekin. Me ji sektora giştî dest pê kir û me zêdetir ji yek milyon û 200 hezar mûçexurên hene û 700 milyon dolar xerciya pêvajoya dayîna mûçeyan bûn, berî pêvajoya dîjîtalkirina mûçeyan.”

Herwesa got: "Niha 1 milyon kes li 100 cihan dikarin mûçeyên xwe derxin, lê em dixwazin vê hejmarê bigihînin 1000 cihan, da ku xelk hêsantir mûçeyên xwe werbigirin."

Tekez jî kir: "Em dixwazin wesa bikin ku mûçexurên Herêma Kurdistanê bikarin mûçeyên xwe li her cihekî bistînin, bêyî ku tu kesek bikare wekî rehîneyan serederiyê bi wan re bike da ku bigihîjin armancên xwe yên siyasî."

Eşkere jî kir ku, zêdetirî 550 hezar kesan mûçeyên xwe bi rêya dîjîtalî wergirtine û zêdetirî 500 amûrên ATM hatine danan.

Herwesa li hikûmeta Herêma Kurdistanê 800 kesan lîsta mûçeyan amade dikir, lê niha tenê çar kes vê yekê dikin. Vê yekê jî zexteka zêde li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment