Hewlêr bûye stêrka geştiyariya Asyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku kovara navdar a cîhanî Condé Nast Traveler paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, weke yek ji baştirîn cihên serdanê li Asyayê ji bo sala 2026an hilbijart, geştiyarên biyanî û berpirsên hikûmetê vê pêngavê weke encama giringîdana hikûmetê bi sektora geştiyariyê dinirxînin.

Di çend salên dawî de, bi saya projeyên mezin ên geştiyariyê ku ji aliyê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine cîbicîkirin, hejmara geştiyaran bi awayekî berçav zêde bûye.

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji K24ê re ragihand, Sektora geştiyariyê di Kabîneya Nehem de werçerxaneke dîrokî bi xwe dîtiye û di pênc salên borî de, zêdetirî 80 projeyên mezin û stratejîk ên geştiyariyê li seranserê Herêma Kurdistanê bi bihayê 7 milyar û 500 milyon dolarî hatine cîbicîkirin.

Monserat Garsiya, ku bi hevjîna xwe re ji Barcelonaya Îspanyayê serdana Hewlêrê kiriye, ji K24ê re got: "Em li vir in, ji ber ku em ji zaroktiyê ve dizanin ku her tişt ji vir dest pê kiriye; dîrok, nivîsa yekem, hemû ji Mezopotamyayê dest pê kiriye." Herwiha got: "Hewlêr bajarekî xweşik e û xelkê wê xelkekî baş û mêrxas e."

Herwiha geştiyarê Kuweytî Samî Eldir'î got: "Ev serdana me ya yekem e ji bo Hewlêrê. Em bi rastî bi vê hemû bedewî, pêşketin û paqijiyê matmayî man. Ev yek dihêle ku ez careke din vegerim û serdana vî bajarî bikim."

Giringîdana bi sektora geştiyariyê yek ji pêşengiyên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di navbera dîroka hezar salî, avedaniya ku roj bi roj berfirehtir dibe û xwezayeke bedew de, Hewlêr bûye yek ji wan bajaran ku bala geştiyarên navxweyî û biyanî dikişîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment