AK Partî piştgiriyê dide serdana şandeka Komîsyona Aştiyê bo Îmraliyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fraksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) li Parlementoya Tirkiyeyê ekşere kir ku, ew piştgiriyê didin serdana şandeka Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê ji bo Îmraliyê.
Nûnerên AK Partiyê di Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê de îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) beriya civîna sibe (În, 21ê Mijdara 2025ê) bi Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala re civiyan, ku civîna wan nêzîkî 50 deqîqeyan vekêşa.
Piştî wê civînê jî, Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlementoya Tirkiyeyê Abdullah Guler ragihandinek belav kir û tê de ragihand: "Em nêrînên xwe yên erênî li ser serdana Komîsyonê ji bo Îmraliyê bi MHPê re diyar dikin."
Navbirî amaje jî da: "Ger Komîsyon li ser serdana Îmraliyê deng bide, em dê bi erê dengê xwe bidin û em dê piştgiriyê jî bidin wê serdanê, lê navê wî kesê ku dê biçe Îmraliyê hîn jî nehatiye diyarkirin. Em dê binirxînin."
Civîna 18ê ya Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî dê sibe (În, 21ê Mijdara 2025ê) bê lidarxistin. Biryar e ku di wê civînê de, dengdan li ser serdana şandeka Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê ji bo Îmraliyê bê kirin.
