Hewlêr amadekariya Festîvala Aştiyê dike: Bi sedan pirtûkên nû tên pêşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê, amadekarî ji bo lidarxistina çaremîn Pêşangeha Pirtûkan û Festîvala Aştiyê têne kirin û tê de dê bi sedan pirtûkên nû, berhemên karê destan, û gelek çalakiyên hunerî û çandî werin pêşkêşkirin.

Rêkxera Pêşangehê Aştî Şêrko îro 21ê Mijdarê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, Festîval dê roja 27ê Mijdara 2025an, dest pê bike dê hefteyekê berdewam bike.

Aştî Şêrko diyar kir jî, di festîvalê de 20 dezgeh û navendên çap û weşanê ji Hewlêr û Silêmaniyê beşdar bibin.

Herwiha da zanîn, di çarçoveya festîvalê de, dê çendîn beşên cuda yên hunerî, wêjeyî û çandî hebin, ligel lidarxistina hejmarek panel û semînarên taybet ji bo nivîskar, helbestvan û lêkolîneran.

Pêşangeha Pirtûkan û Festîvala Aştiyê dê hefteyekê li Hola Medyayê berdewam bike û rojane ji saet 09:00ê sibê heta 05:00ê êvarê vekirî be.

Ev çalakî di demekê de tê ku ev çend sal in li paytext Hewlêrê girîngiyeke mezin bi lidarxistina pêşangehên pirtûkan û çalakiyên hunerî û çandî tê dayîn, ku ev yek sûdeke mezin digihîne gelek sektorên cuda.