Mesrûr Barzanî û Amirî tekezî li ser hevahengiya aliyan ji bo çareserkirina kêşeyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir, tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha rêzgirtina li destûrê û prensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirinê.

Di berdewamiya civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23ê Gulana 2026an, danê êvarê ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî civiya.

Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgoyek derbarê proseya siyasî, rewşa giştî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.

Herwiha tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevtêgihiştin, hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin, ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha rêzgirtina li destûrê û prensîpên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirinê.