Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Azim li Bexdayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Sameraî civiya. Di civînê de, tekezî li ser xurtkirina hevahengiyê ji bo derbaskirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê, îro 23ê Gulana 2026an, ligel Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerraî civiya.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û proseya siyasî ya welat hatin nirxandin. Her du aliyan bal kişandin ser giringiya hevkariyê û destnîşan kirin ku ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya proseyê, pêdivî bi bihêzkirina hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de heye.

Di beşeke din a civînê de, Mesrûr Barzanî û Musenna Sameraî li ser çareserkirina kêşeyên hilawistî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin. Hat diyarkirin ku divê hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro beriya nîvro, bi serokatiya şandeke pilebilind a hikûmetê gihîşt Bexdayê. Tê payîn ku seredana Serokwezîr du rojan bidome û di vê serdanê de ligel rayedarên herî payebilind ên Iraqê û serokên aliyên siyasî zincîreyek civînan pêk bîne.