Hevseroka Dem Partiyê: Çareseriya pirsa Kurdan erkekê dîrokî yê hemî partiyan e
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatimogullarî ragihand ku, biryara komîsyona proseya aşitiyê ya serdana Îmraliyê biryareke dîrokî ye û ji bo gihiştina aştiyeke mayînde pêngaveke girîng e.
Hatîmogullarî rexne li CHPê digre ku tevlî biryarê nebûye û got ku, ew naxwazin proseya aşitiyê ji bo berjewendiyên teng ên hin partiyên siyasî bê bikaranîn û banga bidawîkirina siyaseta sed salan ya înkarkirin û tunekirinê kir.
Hevseroka navbirî herwesa got: “Ev biryar dîrokî ye. Şanda hatiye diyarkirin dê di rojên pêş de serdana Îmraliyê bike û li gel birêz Ebdila Ocalan bicive û li ser pirsa sedsalî nêrînên wî werbigire.”
Hatîmogullarî amaje jî da: “Lê biryara tevlînebûna CHPê cihê dilgiraniyê ye. Mixabin, înkarkirin û tunekirina sed salan careke din tê zîndîkirin. Çareseriya pirsa Kurdan erkekî dîrokî yê hemî partiyan e.”
Hevseroka Dem Partiyê tekez jî kir: “Aşitî ji berjewendiyên teng ên hemî partiyan bilindtir e. Aliyên dijî aşitiyê nikarin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.”
