Mesrûr Barzanî pîrozbahî li derçûyên zanîngeha Selahedînê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li derçûyên Zanîngeha Selahedînê kir û got: “Hûn hêza zêdetir geşbûn û pêşkeftina Kurdistanê ne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê) peyameka pîrozbahiyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê weşand û tê de nivîsî: "Ez pîrozbahiyê li derçûyên gera 44ê ya Zanîngeha Selahedînê dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her di wê peyama xwe de ji derçûyên Zanîngeha Selahedînê re nivîsiye: "Hûn hêza zêdetir geşbûn û pêşkeftina Kurdistanê ne.”

Ahenga derçûyên gera 44ê ya Zanîngeha Selahedînê her duhî li Yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî hat lidarxistin, ku 1950 xwendekarên xwendina bilind û 5032 xwendekarên bekaliryosê bawername wergirtin.

Zanîngeha Selahedînê ji 17 kolêj û 90 pişkên akademîk pêk tê.